PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di hevpeyvînekê de derbarê şerê li dijî Îranê daxuyaniyên girîng dan.
Trump diyar kir ku ew dikare êrîşan yekser rawestîne, lê li ser daxwaz û tercîha welatên Kendavê (Erebistana Siûdî, Qeter, Kuveyt,Îmarat, Behreyn) û Îsraîlê ew bi hişyarî tevdigerin.
Trump got ku ev welat daxwaz dikin ku ev rewş heta zayıfbûna leşkerî û aborî ya Îranê berdewam bike.
Trump tekez kir ku wan hêzên deryayî, hewayî û parastinê yên Îranê heta asteke mezin bêbandor kirine û hişyariyeke tund da Tehranê: "Eger ez bixwazim wan tune bikim, tenê sê roj ji min re lazim in; rojek ji bo çavkaniyên enerjiyê, rojek ji bo pirdan û rojek jî ji bo kapasîteya pîşesaziyê."
Trump her wiha bal kişand ser bingeha nukleerî ya nihênî ya li Çiyayê Kolengê û got eger ew li wir tevgerekê bibînin, ew ê wê derê jî bombebaran bikin.