Trump çûna 3 dezgeyên medyayê ji bo Koşka Sipî qedexe kir

Trump çûna 3 dezgeyên medyayê ji bo Koşka Sipî qedexe kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Trup çûna dezga 3 medyayên Amerîkayê ya bo Koşka Sipî qedexe kir: CNN, MSNOW û Politico. Trump her sê dezgên medyayê bi çêkirina xeberên derew û çêkirî tewanbar kir. Trump weha got:

“Dezgeyên din yên medyayê yên xeberên derew çêdikin, dê di nêz de bên qedexekirin.”

Trump ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir û got biryar dê yekser bicîh were.

Trump her weha got ku dezga Politico ji bo karibe weşana xwe dewam bike, di wexta Joe Biden de ji hukumetê 8 milyon dolar perê abonetiyê sitendiye.