Tsipras, ji serokatiya Partiya Syriza îstifa kir!

Tsipras, ji serokatiya Partiya Syriza îstifa kir!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin,  Serokê çepgir ê Yunanîstanê Tsipras ragihand ku wî ji serokatiya Partiya Syriza îstifa kiriye.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Alexis Tsipras ragihand ku wî ji serokatiya partiya xwe Syriza îstifa kir û sedema vê yekê jî têkçûna hilbijartinan a partiya xwe nîşan da.

Tsipras di axaftina xwe ya li ser televizyonê de got, "Dema destpêkirina çerxeke nû ye. Encama neyînî dikare û divê bibe destpêka vê çerxê. Di partiyê de reform pêwîst e.

Di dengdana roja yekşemê de Syriza tenê ji % 17,8 ê dengan wergirtibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin