Tûgayên Qassam kustin û birîndarkirina leskerên Îsraîlî yên li Xezzeyê ragihandin

Tûgayên Qassam kustin û birîndarkirina leskerên Îsraîlî yên li Xezzeyê ragihandin

PeyamaKurd – Tûgayên Ezeddîn El-Qassam baskê çekdar ê Hamasê ragihand ku di pevçûnên li Şerîda Xezzeyê de leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û birîndarkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Tûgayên Qassam de hat diyarkirin ku li Taxa Zeytûnê ya li başûrê Xezzeyê di navbera Tugayên Qassam û leşkerên Îsraîlê de pevçûn derket.

Hate tomarkirin ku di êrîşên sekvanî û mayînan ên Tûgayên Qassam de di nava refên artêşa Îsraîlê de kuştî û birîndar hene.

Hat diyarkirin ku helîkoptera artêşa Îsraîlê ji bo leşkerên mirî û birîndar ji herêmê rakin li herêmê dan.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Tugayên Qassam bi sekvanekî li derdora zanîngehê li taxa Tel El-Hawa ya bajarê Xezzeyê gule li leşkerekî Îsraîlê reşandin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin