PeyamaKurd- Rayedarên Ukraynayê, li ser êrîşa hêzên Rus a li dijî Zaporijyayê, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku 17 kes hatine kuştin û gelek birîndar jî hene.
Li ser êrîşa hêzên Rus a ku li dijî Zaporijyayê hatibû kirin, ji aliyê Şaredarê Zaporijyayê yê derbasdar Anatoliy Kurtev ve hat ragihandin ku di êrîş moşekî ya li dijî Zaporijyê hat kirin de heta niha 17 kes mirine û gelek jî birîndar hene.
Her wiha hat ragihandin ku di encamê de gelek malên aîdê sivilan jî xirab bûne.
Beriya niha jî di 6ê Cotmehê de ji aliyê hêzên Rus ve êrîşî Zaporijyayê hatibû kirin û ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hatibû ragihandin ku ji ber wê êrîşa moşekî, 17 kesan canên xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin