PeyamaKurd- Cîgira Wezîrê Parastinê ya Ukraynayê Anna Malyar, di derbarê rewşa şerê navbera welatê xwe û Rusyayê de bi daxuyaniyekê hin agahî û hûrgilî dan.
Anna Malyar, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de geşedanên hefteya dawî yên li eniyên rojhilat û başûr nirxand.
Malyar diyar kir ku artêşa wan di hefteya dawî de hem çalakiyên parastinê û hem jî yên êrîşê kirine û ji aliyê taktîkî ve serkeftin bi dest xistine û got ku Rusyayê li aliyekê Liman, Bahmut, Avdiyivka û Marinkayê êrîş kirine û daxuyaniya xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Hîn li vê derê pevçûnên dijwar diqewimin. Hefteya borî li van aliyan nêzî 250 pevçûn qewimîn. Dijmin hewil da leşkerên me ji çeperên wan derxîne, lê bi ser neket.
Artêşa Ukraynayê, di dawiya hefteyê de li nêzî Orihovo-Vasilivka, Bahmut, Bogdanivka, Yagidne, Klişivka û Kurdyumkovayê êrîş kir. Di her alî de di navbera 1 û 2 kîlometiran de pêşketin çêbûn. Niha hêzên me xurt dibin. Eniyên ku bi dest xistine û rûxandina dijmin berdewam dikin.
Di encama başbûna rewşa operasyonê û jihevxistina eniya şer di hefteya dawî de qada herêmên rizgarkirî 17 kîlometir çargoşe zêde bû. Ji destpêka hemleyê ve tevahiya qada ku li başûr hat rizgarkirin, gihîşt 130 kîlometir çargoşeyan."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin