Ukrayna plana astiyê ji Çînê re ragihand

Ukrayna plana astiyê ji Çînê re ragihand

PeyamaKurd — Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andri Yermak diyar kir ku wan planên xwe yên aştiyê ji rêveberiya Çînê re ragihandine.

Bi destpêkirina şerê Gazzeyê re, piştgiriya Ukraynayê ya li hemberî Rûsyayê jî qels bû.

Yermak duh di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de diyar kiribû ku Nûnerê Çînê yê Taybet ê Karûbarên Avrasyayê Li Hui di serdana xwe ya heman rojê ya li Kîevê de behsa rewşa dawî ya şer û pêvajoya pevçûnan kiriye.

Yermak di hevdîtinan de got, "Ji bo aştiyeke adil pêk were me li ser esasê formula aştiyê ya Ukraynayê li ser vegerandina yekparçeyiya axa welatê xwe û serweriya xwe axivî."

Yermak diyar kir ku di planên aştiyê de ti guhertin tune ye û got, ew dixwazin Rûsya ji hemû herêmên dagirkirî vekişe, îlhaqkirina Kirimê ya di sala 2014an de destpê kir bi dawî bibe û rêveberiya Kremlînê li dadgehên navneteweyî bê darizandin.

Wî herwiha got ku wan beşên moşekê yên ku Koreya Bakur daye Rûsyayê û li dijî Ukraynayê hatiye bikaranîn nîşan dan.

Ukrayna û DYAyê îdia kirin ku Koreya Bakur par fuze û cebilxane şandine Rûsyayê û ev moşek li eniyê hatine bikaranîn. Rêveberiya Pyongyangê ev îdia red kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin