PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba îro Înê 8ê Tîrmehê bi rêya vîdyokonferansê beşdarî Wezîrên Derve ya Lûtkeya G20an a li bajarê Balî yê Endonezyayê bû.
Kuleba, di civîna G20an de got ku Rûsya lîstikên birçîkirinê dilîze û nerazîbûn ji vexwendina Rûsyayê bo lûtkeyê re nîşan da û diyar kir, divê cihê Moskowê di ti forumeke navneteweyî de tune be.
Kuleba da zanîn ku mafê civaka navneteweyî tune ku bihêle Rûsya cîhanê bi bihayên bilind yên enerjî û xwarinê re rûbirû bihêle.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin