PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Ukraynayê bi dronên bombekirî êrîş birine ser parzungeheke petrolê û navendeke hilbijartinan a Rûsyayê.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihandiye ku hewldana êrîşên dronî hatiye astengkirin û 35 dronên Ukraynayê hatine îmhakirin.
Wezareta Rûsî daye zanîn ku di roja dawî ya hilbijartinên seroktiyê ya Rûsyayê de, Ukraynayê li herêma Krasnodar devera Yaroslavl, li Belgorod, Kaluga, Oryol, Rostov û herêma Kurskê êrîşên dronî pêk anîne. Herwiha bi dronan êrîşek li ser parzungeha petrolê ya Slavyansk-on-Kubanê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê 35 dronên Ukraynayê hatine îmhakirin. Derbarê ziyanên êrîşan de ti hurgilî nehatine parvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin