PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Ûkraynayê di roja 5em a şer û berxwedana dijî artêşa Rûsyayê de, bîlançoya 4 rojên şer ên windahiyên aliyê rûsî eşkere kir.
Wezaretê di daxuyaniya îro Duşemê de ragihand ku di encama şerê 4 rojan de 191 tank, 16 wesayîtên zirxî, 1 pergala moşekî ya balafirsawar, 29 firoke/helîkopter/balafirên bêmirov, 21 fuzeyên cûreya Grad, 291 wesayîtên artêşa rûsî, 60 alavên cuda yên leşkerî û 2 keştiyên artêşa Rûsyayê hatine ruxandin.
Herwiha li ser windahiyên leşkerî jî hatiye gotin ku heta niha 5 hezar û 300 leşkerên rûsî di şer de hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin