PeyamaKurd - Êrîşa artêşa Rûsya ya ser Ukraynayê ya ji 24ê Sibatê ve dest pê kiriye dewam dike û li aliyekî din jî danûstandinên aştiyê yên herdu aliyan didomin.
Hat ragihandin ku wê gera nû ya mizakereyên navbera Kîev-Moskowê di navbera rojên 28-30yê Adarê de li Tirkiyê bên kirin.
Li gorî ragihandina televizyona fermî ya Çînê CGTNyê, nivîsgeha Seroktiya Ukraynayê ragihandiye ku wê gera bê ya danûstandinên Ukrayna-Rûsyayê li Tirkiyê pêk werin.
Li aliyê din endamê şanda danûstankar a Ukraynayê David Arakhamia jî li ser facebookê ragihandiye ku hevdîtinên Ukrayna-Rûsyayê sibe dest pê dikin û gotiye, ji bo gera bê ya mizakereyan jî biryar hatiye dayîn di 28-30yê Adarê de li Tirkiyê werin encamdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin