UNHCR: 296 hezar Sûriyeyî ji Urdinê vegeriyane welatê xwe

UNHCR: 296 hezar Sûriyeyî ji Urdinê vegeriyane welatê xwe

PeyamaKurd - Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Urdinê ragihand ku ew ê ji 18ê Cotmehê pê ve bernameya xwe ya alîkariya bi pereyan a ji bo welatiyên Sûriyeyî yên dixwazin vegerin welatê xwe, fireh bikin.

Li gorî vê bernameyê, Komîserî dê ji bo her Sûriyeyiyekî ku vegere 70 dînarê Urdinê û ji bo mesrefên rê û gumrikê jî 355 dînar bide.

Her wiha ji bo malbatên ku kesên astengdar di nava wan de ne, malbatên ku ji 8 kesan zêdetir in û malbatên ku tenê kesek tê de dixebite, alîkariyeke 210 dînarî bê dayîn.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku heta niha nêzî 296 hezar Sûriyeyî ji Urdinê vegeriyane nava axa Sûriyeyê. Hate bîrxistin ku berî hilweşandina rejîma Beas, nêzî 1.8 milyon koçberên Sûriyeyî li Urdenê hebûn.