Urdun banga Neteweyên Hevgirtî red kir

Urdun banga Neteweyên Hevgirtî red kir

PeyamaKurd- Berdevkê hukumeta Urdunê Guneymat, di derbarê daxwaza Neteweyên Hevgirtî ku xwest Urdun deriyê xwe ji koçberan re veke, bersiveka neyînî da.

Berdevkê hukumeta Urdunê Cumane Guneymat ragihand ku qebûl nekirine sînorên xwe ji koçberan re vekin. Guneymat ragihand ku ew welatê xwe diparêzin û naxwazin asayîşa welatê wan bikeve nava talûkê. Lewra vê biryarê dane. Axaftin weha dewam kir:

“Daxwaza Neteweyên Hevgirtî û vekirina sînoran, bi mafên me re li hev nakin. Divê civaka navdewletî û Neteweyên Hevgirtî bo dawî li şer û şiddetê bînin, xwe ji rola xwe dûr nehêlin. Alîkariya mirovî, dawîlêanîna krîza başûrê Sûriyê, bo çareserkirina van meseleyan divê zorê bide ser aliyan û ev karê NH ye. Urdun wê bihêle ku alîkarî di nava Sûriyê de bigihê koçberan lê divê ji mijarê re çara siyasî bê dîtin.”

Urdun dihêle ku alîkariya mirovî di ser welatê wî de here bo nava Sûriyê da koçber perîşan nebin. Lê naxwaze ku koçber herin nava axa Urdunê ji ber di nava koçberan de kî hene an çi rêxistin hene nizane û asayîşa dewleta xwe naxe nava talûkê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin