PeyamaKurd – Hikûmeta Venezûelayê ragihand ku welatê wan rastî êrîşeke mûşekî ya berfireh hatiye û ji bo vê yekê rasterast Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tawanbar kir. Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro piştî êrîşan li seranserê welat "Rewşa Awarte" ragihand.
Êrîşên li ser Paytext Karakasê
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên fermî yên Venezuelayê hatine girtin, serê sibeha îro (03.01.2026) li paytext Karakasê dengê çendîn teqînên mezin hatin bihîstin. Tê ragihandin ku mûşekan jêrxaneyên enerjiyê, navendên leşkerî û taxên sivîlan kirine armanc. Li asmanê bajêr dûmaneke reş bilind bû û li herêmên stratejîk tedbîrên tund ên ewlehiyê hatin girtin.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro di daxuyaniyeke bilez de diyar kir ku welatê wî di bin êrîşeke derve de ye û got:
Bi mûşekan êrîşî ser paytexta me tê kirin.”
Maduro ji ber xetereya li ser welat, daxwaz ji Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî kir ku bi awayekî bilez bicive û li dijî vê "destdirêjiyê" helwestekê nîşan bide.
Wezîrê Derve yê Venezûelayê Ivan Gil jî di daxuyaniyekê de Amerîka bi vekirî tawanbar kir. Gil got ku ev êrîş binpêkirina serweriya Venezûelayê û peymannameyên navneteweyî ye. Herwiha eşkere kir ku ji bo bersivdayîna van geşedanan, bi fermana Serok Maduro "Plana Berevaniya Neteweyî" hatiye aktîvkirin û li her derê welat rewşa awarte hat ragihandina.
Berpirsên Venezûelayê destnîşan dikin ku armanca van êrîşan "guherandina sîstema birêvebiriyê" ye, lê tekez dikin ku tu hewildanên bi vî rengî ser nakevin. Heta niha ji aliyê rayedarên Amerîkayê ve derbarê van tawanbariyan de daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.
Li paytext Karakasê û bajarên din ên sereke amadebaşiya leşkerî di asta herî jor de ye û gel di nava fikarê de ye.