PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Venezuelayê Yvan Gil ragihand ku Amerîkayê bi desteserkirina tankereke petrolê ya Venezuelayê "korsaniya navneteweyî" kiriye û wan di derbarê vê mijarê de ji Îranê pêşniyara hevkariyê di hemû waran de wergirtiye.
Gil di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî gefên Amerîkayê yên li dijî Venezuelayê da.
Gil diyar kir ku piştî desteserkirina tankereke petrolê ya Venezuelayê ji aliyê Amerîkayê ve, Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî bi telefonê piştgirî wergirtiye û got, "Di axaftinê de me li ser geşedanên dawî yên li Karayîban, bi taybetî gefên Amerîkayê, kiryarên korsaniyê û desteserkirina tankerên petrolê yên Venezuelayê nîqaş kir."