Vladimir Putin bi Nikol Pasinyan re axifî

Vladimir Putin bi Nikol Pasinyan re axifî

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî bang li Azerbeycan û Ermenistanê kir, bi rêya telefonê bi serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan re bi rêya telefonê axifî. Her dû lîder li ser mijara Qerebaxê axifîn.

Li gor ragihandina beşa çapemeniyê ya Kremlînê; di mijara Qerebaxê de dubare li ser banga hevserokên Minsk ê rawestiyane û bangê dubare kirine. Hevserokên Minskê serokê Amerîkayê Donald Trump, serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokê Rûsyayê Putin in ku banga muzakereyan û hevdîtinên dîplomatîk ji her du aliyan xwestibûn.

Berê jî wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov bi rêya telefonê bi her dû wezîrên karên derve yên Ermenistan û Azerbeycanê re axifî bû û bo hevdîtinên dîplomatîk wan dawetê Moskovayê kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin