Von der Leyen: Ji bo Ewropa nekeve bin bandora Tirkiye û Rûsyayê, divê em bibin yek

Von der Leyen: Ji bo Ewropa nekeve bin bandora Tirkiye û Rûsyayê, divê em bibin yek

PeyamaKurd - Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, li Almanyayê de ragihand ku berfirehbûna YEyê êdî ne tenê tercîhek e lê hewcedariyeke jeopolîtîk e.

Von der Leyen diyar kir ku modela Ewropayê ya ku xwe dispêre enerjiya erzan a Rûsyayê û hêza karkeran a Çînê bi dawî bûye û wiha pê de çû: "Ji bo ku Ewropa nekeve bin bandora Rûs, Tirk yan jî Çîniyan, divê em parzemînê bikin yek."

Seroka Komîsyonê tekez kir ku divê Ewropa di warê aborî û ewlehiyê de serbixwetir bibe û stratejiyên xwe ji nû ve pênase bike daku di qada navdewletî de her tim xwedî gotin be.