Wê Amerîka qedexeya gestê bo 7 welatan ragihîne

Wê Amerîka qedexeya gestê bo 7 welatan ragihîne

PeyamaKurd – Biryar e Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo 7 welatên din qedexeya geştê ragihîne.

Hat ragihandin ku welatên ku dê Trump qedexeyê li ser wan ragihîne welatên Belarus, Eritre, Kirgixistan, Myanmar, Nîjerya, Sudan û Tanzanya ne.

Li gorî rojnameya Wall Street Journal, dibe ku qedexeyeke bi giştî jî li ser wan welatan were danîn, yan jî tenê vîzeyên geştê û xebatê werin sînordarkirin.

Rojnameyê da xuyakirin ku hîn lîste teqez nebûye û Koşka Spî li ser dixebite ku dibe du welatên din jî li lîsteya qedexeyê werin zêdekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin