PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Partiya Vatanê Ozgur Bursali ku Dogu Perînçek seroktiya wê partiyê dike, ragihandiye ku wê şandeke Dogu Perinçek û Ethem Sancak di nav de ye, serdana Şamê bike û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed bicive.
Sekreterê Giştî yê Partiya Vatanê Ozgur Bursali di kanala televîzyona Dogu Perinçek de ew agahî parve kir û wiha got: “Di 10-15 rojên bê de şanda partiya me bi serokatiya Birêz Dogu Perinçek dê biçe Sûriyê û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed bicivin. Di şanda me de Ethem Sancak û çend kesayetiyên girîng jî cih digrin. Derbarê serdanê de dema pêş em ê hûrgiliyan eşkere bikin.”
Ethem Sancak karsazekî bi eslê xwe ji bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ye û heta demek berê jî di nav AKPê de bû piştî daxuyaniyên wî yên dijî NATO û Amerîkayê AKPê xwestibû wî ji partiyê îxrac bike. Sancak piştre bi xwe îstifa kiribû û derbasî Partiya Vatanê ya Dogu Perînçek bûbû.
Piştî daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê lihevanîna opozîsyona Sûriye û rejîma Esed de Dogu Perînçekê alîgirê Rûsya û Avrasyaparêz pêngaveke wiha davêje ku partiya wî jî wekî hevpeymaneke piçûk a deshilatdariya AKPê tê zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin