Wê Rûsya tesîsên xwe yên li Sûriyê ji nû ve ava bike

Wê Rûsya tesîsên xwe yên li Sûriyê ji nû ve ava bike

PeyamaKurd - Li gorî Reutersê, berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova îro got Moskov li ser "ji nû ve avakirina" tesîsên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê nîqaş dike.

Girêdayî mijarê, Komîteya Hêzên Çekdar a Parlamentoya Amerîkayê roja Înê (5 Hezîran 2026) hinek guhertin ji bo budçeya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê pejirand. Ji wan guhertinan, ji Pentagonê hat xwestin ku raporên asayî li ser siberoja hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyeyê amade bike.

 Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov çend meh berê ragihand ku welatê wî bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re der barê ji nû ve avakirin an ji nû ve bicihkirina tesîsên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê de hevdîtinan dike.

Lavrov anî ziman ku Sûriyeyê daxwaza xwe ji bo berdewamiya hebûna Rûsyayê nîşan daye, lê bi rengekî nû ku li gorî guhertin û şert û mercên heyî bin.

Hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyeyê bi giranî li baregeha hewayî ya Himeymîmê ya li parêzgeha Lazqiyeyê û baregeha deryayî ya Tartusê ye.