Wekîlê HDPê Kadri Yıldırım daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku divê HDP û Hûda-Par ji bo îttîfaqê li hev rûnin. Ji bo xêr û bêra Kurdan lazim e vê bikin. Kadri Yıldırım got ku ez kîtleya HDP û Hûda-Parê baş nas dikim. Divê êdî em gelê xwe bifikirin û ji bo îttîfqê danûstandinan bikin. Niha ez li ser navê tu kesî naaxivim. Ev tenê, fikra min bi xwe ye.
Piştî ku qanûna îttîfaqkirina partiyan di meclîsê re derbas bû, wekîlê HDPê Kadri Yıldırım daxuyaniyek da: Êdî ji niha û pêde, îttîfaq mijareke pir girîng e ji bo rojevê. Divê HDP û Hûda-Par jî ji bo vê mijara girîng li hev rûnin û ji bo xesasiyetên kîtleyên xwe bi mentiqî tevbigerin. Divê em li pey hinek qeşmeran neçin, lazim e em bi hiş û aqilê xwe biryarê bidin û bixebitin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin