PeyamaKurd – Hat ragihandin ku berya şerê Îranê û Îsraîl-DYAyê dest pêbike, di muzakereyên nuklerî de şêwirmendê ewlehiya netewî yê Îngîltere Jonathan Powell jî tevlî muzakereyan bûye.
Powell ragihand ku hindik mabû ber li şer bigrin lê daxwaza Îranê weka surprîz bi nav kir û got:
“Lihevkirinekî bi temamî nîn bû lê pêşdeçûnekî bû û dibû teklîfa Îrane ya nîhayî nîn bû ya. Ji ber Îran nedixwest di tesîsên nuklerî de Neteweyên Yekgirtî kontrolê bike peyman çênebû.”
DYA û Îsraîl di 28ê Sibatê de êrîşa leşkerî kirin û Îran li baregehên DYA û Îsraîlê yên li welatên herêmê xist.
Rojanam Îngiliz The Guardian binkeya nûçeya xwe bir ser çavkaniyên dîplomatîk û got ku di pêvajoya muzakereyan ya li Îsvîçre de, şêwrimendê Îngîltere Jonathan Powel gotiye ku di hevdîtina dawiyê de Îran teklîfekî girîng ji bo DYA kiriye.