Wezîra Karên Derve ya Holandayê Sigrid Kaag dev ji kar berda

Wezîra Karên Derve ya Holandayê Sigrid Kaag dev ji kar berda

PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Holandayê Sigrid Kaag, piştî ku endamên Parlamentoya Holandayê şermezar kir û proseya vekişîna hêzên welatê xwe ji Kabûlê rexne kir, dev ji kar berda.

Sigrid Kaag di daxuyaniyeke pêşkêşî parlamentoya welatê xwe kir de diyar kir: “Parlamentoya welatê min di wê baweriyê de ye ku hikûmet bi awayekî neberpirsyar xebitiye, ji bo min ti rêyeke din tune ye ji bilî pesendkirina wê berpirsyarî û tohmetan, ji ber ku ez berpirsê destpêk û dawiya proseyê bûm.”

Kaag da zanîn: “Ez di baweriyê de me ku sîstema demokrasiyê û rêbaza îdareya me, min han dide ji bo devjikarberdanê, ku eger siyaseta min nayê pesendkirin.”

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte li ser vê mijarê got, îstîfaya Sigrid Kaag ziyaneke mezin e ji bo kabîneya wî.

Holandayê 1500 kes ji Kabûlê veguhest, ku beşek ji wan Afganî ne, lê belê gelek kesên Afganî ku diviyabûn werin veguhestin, li Afganistanê man, ku ji wan 22 kes wergêr bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin