Wezîrê Brîtanî: Me bi serbilindî dostaniya ligel Kurdan hilbijart

Wezîrê Brîtanî: Me bi serbilindî dostaniya ligel Kurdan hilbijart

PeyamaKurd – Wezîrê Brîtanyayê yê ji Rojhilata Navîn berpirsiyar James Cleverly, derbarê derbasbûna 30 salan bi ser biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ragihandina herêma dijîfirînê li Herêma Kurdistanê ku 5ê Nîsana 1991ê hatibû derkirin, daxuyanî da.

Celverly, bal kişand ser rola Brîtanyayê di standina wê biryara ku bi milyonan Kurd ji koçberî û mirinê rizgar bûne û got, serokwezîrê Brîtanyayê yê wê serdemê Sir John Major biryar dabû ku rewşa wiha berdewam nake û bi piştevaniya NATOyê ji bo avakirina hevpeymanekê Serokê Amerîka George W. Bush hat razîkirin.

Cleverly di berdewamê de da zanîn ku dostanî û sekna pêwîst di rewşê zehmet de xwe dide der û got, “Brîtanya, Amerîka, Fransa û 7 welatên din ên Encûmena Asayîşa Navdewletî bi serbilindî dostaniya ligel kurdan hilbijartin, lewra pêdiviya kurdan gelekî bi vê seknê hebû.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin