PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas ragihand ku hêzên Sûriyê li derdora bajarê Hemayê bi "komên terorîst" re şer û pevçûnên tund rû didin.
Di peyama xwe ya vîdyoyî de Elî Mehmûd Ebas got, "Em di şeran de taktîkên paşvekişîn û pêşdeçûnê dişopînin. Ev stratejî tedbîrek e ji bo kêmkirina ziyanên canî."
Herwiha got, em di şerekî dijwar û berdewam de ne.
Ev daxuyanî hevdem ligel ketina çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam li bajarê Hemayê hat dayîn.
Abbas diyar kir, "Vekkişîna me ji derveyî bajarê Hemayê, ji bo ewlekariya sivîlan û bêbandorkirina komên terorîst ên dikevin bajêr bû."
Hema bi qasî 220 kîlometre dûrî Şama paytexta Sûriyeyê ye û tevî şerê navxweyî yê ku di sala 2011an de destpê kiribû jî di bin kontrola artêşa Sûriyeyê de bû.
Wezîrê Parastinê got, "Vekkişîna me ya îro ya li Hemayê tevgereke taktîkî bû. Hêzên me hê jî li derdora bajêr bi cih bûne û em amade ne ku bajêr paşde vegerînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin