Wezîrê karên derve yê Çînê seredana Samê kir

Wezîrê karên derve yê Çînê seredana Samê kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi seredana Şamê kir û li balafirgehê ji aliyê wezîrê karên derve yê Sûriyê Faysal Miqdad ve hat pêşwazîkirin.

Hat ragihand ku wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi dê bi rêvebirên Sûriyê re di derbarê pêşdebirina têkiliyên navbera her dû dewletan de têkiliyên xwe bimeşîne.

Piştî şerê hundir yê Sûriyê di sala 2011 an de destpêkir, Îran, Rûsya û Çîn hebûna xwe ya li Sûriyê zêdetir kir. Ji berê de Rûsya li Sûriyê baregeh û balafirgehên wê hene lê Çîn du sal berê bo ji nuh de Sûriyê ava bikin, bingeha xwe li Sûriyê daniye û heya niha ji 2 mîlyar dolaran zêdetir li Sûriyê veberhênanê kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin