Wezîrê Karên Derve yê Filistînê serdana Bexdayê dike

Wezîrê Karên Derve yê Filistînê serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Filistînê Riyaz Malîkî, piştî agirbesta di navbera Filîstîn û Îsraîlê de, serdana Bexdayê dike.

Li gor rojnameya fermî ya Iraqê îro bi zimanê balyozê Filistînê yê Iraqê Ehmed Eqîl diyar kiriye, Wezîrê Karên Derve yê Filistînê roja Yekşemê ango sibe, dê serdana Bexdayê bike.

Ehmed Eqîl daye zanîn: ‘‘Wezîrê Karên Derve yê Filistînê Riyaz Malîkî dê peyameke Serokê Filistînê Mehmûd Ebas bigihîne Serokatiya Encûmena Wezîran û Komara Iraqê û dê ligel sê serokatî û rêveberên siyasî bicive.’’

Herwiha Balyozê Filistînê li Bexdayê destnîşan kiriye, armanca serdana Wezîrê Karên Derve yê welatê wan, çalakkirina karên siyasî yên Iraq û Filistînê ye û îmzakirina rêkeftina hemahengiya hevbeş e.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin