PeyamaKurd – Wezîrê Tendurustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca, ji serokên partiyên siyasî daxwaz kir ku derziya vîrûsa Koronayê werbigrin.
Fahrettin Koca di çarçoveya Bernameya Handana Derziyê de, hemû serokên partiyên siyasî yên ku di Parlamentoya Tirkiyê de cih digrin, Serokê Dadgeha Makezagonê Zuhtu Arslan û Serokê Parlamentoyê Mustafa Şentop vexwend derzîkirinê.
Li ser hesabê xwe yê Twitterê Koca belav kir û da zanîn: "Min telefonî serokên partiyên siyasî yên ku li Parlamentoyê tên temsîlkirin, Serokê Dadgeha Makezagonê, Serokê Parlementoyê kir û min ew vexwendin vaksînkirinê. Ji bo nezaketa ku nîşan dan, ez pasiya wan dikim."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin