PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan ya Reutersê diyar kir, wezîrên karên derve yên Almanya, Fransa, Brîtanya û Amerîka, di derbarê rewşa li sînorê Ukrayna û helwesta Rûsya danûstandinê dikin.
Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Karên Derve ya Almanya ragihand. û li gor daxuyanîya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, wezîrên karên derve, li ser bernameya navokî ya Îranê û derbarê dijî Çînê hevkarîya bi Lîtvanya re jî axivîne.
Herwiha, çaverê ye Serokê Amerîka Joe Biden û hemtayê wî yê Rûs Vladimir Putin, roja Pêncşemê biaxivin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin