WHO: Di nava du hefteyan de vîrusa Xuriya Meymûnan sê qat zêde bûye

WHO: Di nava du hefteyan de vîrusa Xuriya Meymûnan sê qat zêde bûye

PeyamaKurd – Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) di derbarê belavbûna Xuriya Meymûnan de hişyarî da û diyar kir: “Di nava du hefteyan de sê qat zêde bûye.”

Serokê Şaxa Ewropayê ya WHO Dr. Hans Kluge hişyariyê li ser zêdebûna haletên pêketina vîrusa Xuriya Meymûn da û eşkere kir ku ev nexweşî di nava du hefteyên borî de sê qat zêde bûye.

Hans Kluge da zanîn: “Her çiqas amar hîn negihiştine wê astê ku WHO rewşa awarte ji bo rûbirûbûna rewşê ragihîne, lê belê ev vîrus ku beriya niha li hinek welatên navçeyê nedihate nasîn, niha bi awayekî berçav zêde bûye û divê welatên Ewropayê rêkarên zêdetir bigrin ber xwe, da ku rê li ber zêdebûna nexweşiyê were girtin û ji bo vê yekê jî divê hevahengî hebe û pêngavên bileztir werin avêtin.”

Navenda Amerîkî ya ji bo kontrolkirina nexweşiyan ragihand, heta niha zêdetirî pênc hezar haletên pêketina Xuriya Meymûnan li 51 welatan hatine tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin