WHO: Sewba Korona zerar daye dermankirina nexwesên pencesêrê

WHO: Sewba Korona zerar daye dermankirina nexwesên pencesêrê

PeyamaKurd – Dîrektorê Ewropa yê Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê (WHO) Hans Kluge ragihand û got, şewba vîrusa Korona, zarar daye dermankirina nexweşên penceşêrê.

Kluge ji ser Twitterê diyar kir, ji ber şewba vîrusa Korona ji sê paran pareke welatên Ewropa nexweşên penceşerê bi awayekî rêkûpêk derman nekirine.

Dîrektorê Ewropa yê WHOyê li ser Roja Penceşêrê ya Cîhanê ya 4ê Sibatê de ye da zanîn, şewba vîrusa Korona, li ser penceşêrê bobelateke mezin çêkiriye.

Li gor daxuyaniya Kluge, ji sê paran pareke welatên Ewropa ji ber sînordarkirinan û qedexeyên rêwîtiyan dermankirina nexweşên penceşêrê bi temamî rawestandine yan jî kêmtir kirine.

Berpirsê WHO dibêje li hin dewletan dermanên penceşêrê qedîyane û xebatên ser tespîtkirinê penceşêran bi awayekî berçav kêm bûne.

Her sal ji sedî 80 mirinên li Ewropa, ji penceşêr, dîyabet û nexweşiyên din yên bêhnê yên kronîk çêdibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin