Wî welatî, bertek nîsanî siyaseta Yunanîstanê da

Wî welatî, bertek nîsanî siyaseta Yunanîstanê da

PeyamaKurd- Nûnerê Daîmî yê Pakîstanê yê Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Zaman Mehdî, piştî noqbûna keştiyeke koçberan a li peravên Yunanîstanê, bertek nîşanî polîtîkaya koçberiyê ya Atînayê da.

Li gorî nûçeya rojnameya Dawn, Mehdî di civîna berdewam a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî û bertek nîşanî polîtîkaya koçberan a Yunanîstanê da û destnîşan kir ku binavbûna keştiya koçberan, di warê bergiran de bîreke tal e.

Mehdî diyar kir ku berdêla mirovî ya statukoyeke bi vî rengî nayê qebûlkirin û got, "Divê di parvekirina berpirsyariyê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên bi ewle û di wextê de daketina hemû kesên di behrê de hatin rizgarkirin, berpirsyarî bi ruhê hevgirtinê bê girtin." 

Di 14ê Hezîranê de keştiya masîgiran a ku koçberên neqanûnî tê de bûn, li 47 kîlometre dûrî Navarino ya li Nîvgirava Peloponez a Yunanîstanê li avên navneteweyî noqî avê bûbû, 82 kes miribûn, 104 kes hatibûn rizgarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin