PeyamaKurd- Rayedarên Endonezyayê ragihand ku wan bi tohmeta hilgirtina nefta neqanûnî, dest danî ser tankêreke petrolê ya Îranê.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Endonezyayê Antara, Ewlekariya Beravê ya Endonezyayê, di 7ê Tîrmehê de tankêra petrole ya MT Arman 114 a ku bi gumana nefta neqanûnî barkirî ye, hatiye desteserkirin.
Hat diyarkirin ku sewqiyata neqanûnî ya neftê ji bo keştiya neftê ya bi navê "MT S Tinos" a ku bi ala bû hatiye kirin û herdu tankeran tevî hişyariyan jî hewil daye ber bi avên herêmê ve bireve.
Hat diyarkirin ku tankera petrolê ya ala Îranê ya ku paşê li nêzî Behra Natunaya Bakur hat dîtin, bi alîkariya Malezyayê hat desteserkirin û hat zanîn ku tîmên tankerê ku hemû welatiyên biyanî ne jî hatin binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin