'Wî' welatî du balafirên agirkujê sandin Tirkiyeyê

'Wî' welatî du balafirên agirkujê sandin Tirkiyeyê

PeyamaKurd Rûsyayê diyar kir, ji bo vemirandina şewata daristanan wan 2 balafirên agirkujê yên amfibî yên Be-200 şandine Tirkiyê.

Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê da zanîn, ji bo vemirandina şewata daristanan wan 2 balefirên îtfayê yên amfibî yên Be-200 şandine Tirkiyê.

Di daxuyaniya ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin, li ser talîmata Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û daxwaza Tirkiyeyê 2 balafirên keşfê yên aîdê wezaretê ji balafirgeha Platovê ya Rostov-don-Donê rabûn. .

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, wê balafir di şewata li Mûgla û Îzmîrê de xizmetê bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Koma hewavaniyê ya Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê amade ye di şert û mercên zehmet de bixebite. Balafirên modela Be-200 bi kamerayên termal ên infrasor ên ku ji bo şopandin û tesbîtkirina şewatan wêneyê erdê radigihînin, hatine çêkirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin