PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Yunanîstanê ji ber şewatan Deriyê Sînorî yê Îpsalayê ji derbasbûnê re hat girtin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Edîrneyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji ber şewatên ku li Yunanîstanê dewam dikin, hemû rêyên ku li aliyê Yunanîstanê yên bi Deriyê Sînorî yê Îpsala ve girêdayî ne, li trafîkê hatin girtin.
Hat destnîşankirin ku derketina ji Deriyê Sînoî yê Îpsalayê, heta daxuyaniya duyemîn hatiye rawestandin û wiha hat gotin:
"Girîng e rêwiyên me yên ku dixwazin derkevin Deriyê Sînor ê Kapikule û deriyên sînor ên din tercîh bikin da ku mexdûr nebin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin