PeyamaKurd – Rojnameya Washington Post a Amerîkayê, belgeyên nepen ên ku Îran plana êrîşkirina ser leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê dike, weşandin.
Li gorî belgeyên WPyê belav kirine, Îran li Sûriyê bi Moskowê re tevdigere û ji bo derxistina Amerîkayê ji nav erda Sûriyê jî plana êrîşên nû li ser leşkerên amerîkî dike.
Hatiye diyarkirin ku Îran li aliyekî milîsên nû biçek dike û herwiha perwerdeyên bo tunekirina hêzên Amerîkayê û kuştina leşkerên wan li nav Sûriyê dide milîsan.
Di nûçeyê de hatiye bibîrxistin ku di şerê 12 salan ê li Sûriyê dewam dike de, Moskow dixwaze hêzên Amerîkî ji nav Sûriyeyê derxe û rejîma Esed jî bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li hev werîne ku li nav Sûriyê herwiha di navbera Rûsya û Îranê de nakokî hene.
Di belgeyên hatine eşkere kirin de, hatiye diyarkirin ku Îran ji li derve mayîna proseya normalbûna Tirkiye-Sûriyê ya bi pêşengiya Rûsyayê tê kirin jî nerazî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin