PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baxêr Xalîbaf li hember êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê bertek nîşan da û got, "Hevkêşe niha çav bi çav, diran bi diran e, û qonaxek nû ya pevçûnê dest pê kiriye."
Xalîbaf, doh di postek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de bertek nîşanî êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê da.
Xalîbaf li hember êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê bertek nîşan da û got, "Hevkêşe niha çav bi çav, diran bi diran e, û qonaxek nû ya pevçûnê dest pê kiriye."
Serokê Parlamentoya Îranê, behsa bangên ji bo xwepêşandanên kolanan ên ji aliyê komên dijî-rejîmê ve kir û got, "Şeva borî, gelê Îranê hemû planên dijmin têk bir. Dijmin, li hember gelê Îranê bi hêrs e û bêhêvî ye, êrîşî binesaziyê dike da ku têkçûnên xwe li ser erdê veşêre."
Xalîbaf behsa encamên van êrîşan kir û diyar kir ku ev rêbaz wê bandorên cidî li ser aliyê din bike û got, "Lêbelê, ev ji bo wan wek xwekuştinê ye. Niha hevkêşeya 'çav bi çav, diran bi diran' di meriyetê de ye û qonaxek nû di pevçûnê de dest pê kiriye."
Operasyona hewayî ya hevbeş a DYA û Îsraîlê li dijî Îranê ku roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026an dest pê kir, aloziyên li herêmê gihand asta herî bilind.
Ji bo tolhildana van êrîşan, Îranê moşek avêtin Îsraîlê û baregehên leşkerî yên DYAyê yên li herêmê hedef girtin.