Xebatkarê daîra parastina serokkomariyê ji ber li jina xwe xist, ew şandin zîndanê

Dîroka Weşanê :
Xebatkarê daîra parastina serokkomariyê ji ber li jina xwe xist, ew şandin zîndanê

PeyamaKurd – Li Ankara xebatkarê daîra parastina serokkomariya Tirkiyê Yasin Çakmak ji ber li jina xwe ya bi navê Fatma Çakmak xistibû ew girtibûn û paşî serbest berdabûn.

Ji ber gelek zêde li jina xwexişstibû car din ew xistin binçav û biryarê dan ku ew bişînin zîndanê. Wezîrê dadê Yılmza Tunç daxwuyanî da û got ku şiddet ali ser jinê nayê qebûlkirin û pêvajoya edlî li ser mijar3e dane destpêkirin.

Rêvebiriya asayîşa giştî ya Tirkiyê ragihand ku li ser mijarê bi her awayî radiwestin û wezîfe dane mufettîşekî da lêpirsînê bimeşîne.

Lêpirsîn ji aliyê serdozgeriya Ankara de hat destpêkirin û sûcdariya bo Yasin Çakmak têkirin, bi ‘birîndarkirina zanîn’ e. Wezîr Tunç got:

“Şiddeta li ser jinê tariya ku li ser şerefa mirovahiyêye, ya herî kirête û kêmketina herî berbat e. Em ti şiddetê bi taybetî ya ser jinê qet qebûl nakin. Serdozgeriya Ankara bi sûcê ‘birîndarkirina bi zanîn’ lêpirsîn daye destpêkirin. Gumanbar ji aliyê dadgeriya sulhê ya Ankara ya nubedar de hatiye girtin.”

Li ser birîndarkirina Fatma Çakmak ya ji aliyê mêrê wê yê ku polise, li ser mijarê, seredana komisyona mafên mirovan ya baroya Rihayê kiribû.

Li ser lêdana Fatma Çakmak, parlementera DEM Partiyê ya bajarê Rihayê Dilan Kunt Ayan bertekê nîşan dabû û gotibû ku wê dosyayê heya dawiyê bişopîne.