PeyamaKurd – Konwoya leşkerî ya dewleta Fransayê li Afrîkayê ji Bûrkîna Fasoyê diçû welatê Maliyê bajarê Gaoyê, li rojavayê Nîjerê ji aliyê xelkê de rê li ber hat girtin. Ji ber rêgirtina ji aliyê xelkê de, leşkerên Fransa û Nîjerê xwestin rê vekin û di navbera wan û xwepêşandêran de pevçûn derket û du kes mirin.
Niha halê deverê arame û jiyana rojane dewam dike. Herêma ku bi navê Hewza Çadê tê navandin ku di nav de Nîjer, Nîjerya û Çad hene, dibe seha şer û pevçûnên weha.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin