PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Osmaniye kesê bi navê A.B. di baxçê dibistanê de li xalê xwe yê mamostê yê wêjeyê yê bi navê Mehmet Bilgili xist. Mehmet Bilgili li ciyê bûyerê can da.
Dibistana êrîş lê çêbû girêdayê navenda Osmaniye li gundê Çardakê Farabi Anadolu Lisesi ye. Dema polîs û tîmên tenduristiyê gihan ciyê bûyerê, dîtin ku Mehmet Bilgili can daye.
Parêzgerê Osmaniye Mehmet Fatih Serdengeçti ragihand ku dê bûyer zelal bibe, êrîş ne ya ser dibistanêye û dê dibistanê tatîl nekin. Parêzger got ku sedema rûdanê bi têkiliyên xal-xwarziya ve girêdayiye.
Wezîfedarên ewlehiyê yên taybet yên dibistanê êrîşker girtine, demança pê re jî girtne lê tê gotin ku ruxseta demançê heye.