PeyamaKurd- Li welatê Meksîkayê xwendevanekî 11 salî dibistanê gulebaran kir û herî kêm 3 kesan kuşt. Bûyer li bajarê Torreonê di dibistana Cervatesê de çêbû. Di nav kuştiyan de mamsoteyekî û 2 xwendevan hene. Di nava xwendevanan de birîndar hene û tîmên tenduritiyê wan birine nexweşxaneyên der û dor.
Şaredarê bajarê Torreonê Jorge Zermeno ragihandiye ku êrîşkar bi 2 sîlihan êrîş biriye ser xwendevanan û sedema bûyerê tê lêpirsîn. Nehat ragihandin bê xwendevanê 11 salê ku yê pola 6 ê ye, wan sîlihan ji ku derê peyda kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin