Xwendevanekî êrîşê dibistanekî kir û 8 kesan birîndar kir

Xwendevanekî êrîşê dibistanekî kir û 8 kesan birîndar kir

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Başakşehirê di dibistana Şeyh Şamil İmam Hatip Ortaokulu de xwendevanekî bi kêrê êrîşa xwendevanan kir û di encamê de 8 xwendevanên keç birîndear kir. Hat gotin ku xwendevana keçik ya êrîşê kiriye derçûyekî ji heman dibistanêye, pirsgişrêkên wê yên derûnî hene.

Li ser rûdanê parêzgerê Îstenbolê got ku:

”Keça êrîşker ya ya derçûyê sala bereye, pirsgirêkên wê yên derûnî hene, Êrîşker bi heman cilên dibistanê dikeve hewşa dibistanê û kî dikeve berê bi kêrê lê dixe.”

Li gor ragihandinê 7 kesên birîndarin, ji wan rewşa 3 kesan xedar e. Polîs êrîşkerê xist binê çav û lêpirsîna îdarî û edlî dewam dike.

Parêzgerê Îstenbolê Gül her weha got ku kesekî ji birîndaran di emeleyatê de ye. Piştî êrîşê 2 roj dibistanê tatîl kirin lê dê û bavên zarokan bilez bazdan û çûn dibistanê.