PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sine (Senendaj) bi çekan êrîşê ser ciyê kontrola asayîşê kirin. Di encamê de 2 polîs mirin û 5 kes birîndar bûn.
Navenda medya asayîşa eyaleta Sine ragihand ku êrîş do bi şev li ser rêya Banê-Seqizê li ciyê kontrola asayîşê ya Sebedlûyê çêbûye.
Kesên êrîş kirine nasnama wan an eger endamên rêxistinan bin, rêxistina wan nayê zanîn. Çavkaniyên polîs gotine ku polîsên bi navên Muhammed Veledbeygi û Martin Ahadi di êrîşê de mirine. Di êrîşê de zarokekî keçik ku bi malbata xwe re di wê derê de derbas dibû birîndar bûye.
Piştî encama şerê di navbera wan de dertê, polîs 5 birîndaran dibin nexweşxanê lê hat gotin ku rewşa polîsekî birîndar xerab e.