PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora xwe ya li ser zêdebûna zext û binçavkirinên rejîma Îranê yên li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistanê parve kir.
Li gorî raporê, li bajarên Urmiye, Şino, Mehabad û Kamyaranê di operasyonên hêzên ewlehiyê de gelek welatî, çalakvanên sivîl û esnaf hatin binçavkirin û çarenûsa wan nayê zanîn.
Tê gotin ku hin ji van binçavkirinan bi greva giştî ya salvegera qetilkirina Jîna Emînî re têkildar in.
Di encama van êrişan de, her wiha li sînorê Baneyê kolberê 20 salî Arwîn Ezîzî bi guleyên rasterast ên hêzên sînorî yên Îranê bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Malbatên kesên hatine binçavkirin jî diyar dikin ku tevî hemû serlêdanan, navendên ewlehiyê ti agahiyekê li ser cih û rewşa girtiyan nadin.