PeyamaKurd- Li Kolombiyayê bi sedema ku polîs di mijara mesafeya civakî de bi parezere Javier Ordonez re ketin munaqeşeyê, wî desteser kirin û di encamê de parêzer di destê polîs de bi demança şoqê mir, xelk dest bi xwepêşandanan kir û nema rawestiyan. Lê encama xwepêşandan berbate: 10 kuştî û 403 birîndar.
Rêje ji aliyê wezareta bergiriyê ya Kolombiyayê de hat ragihandin. Di ragihandina wezaretê de kesên birîndar bûne 209 ji wan xelkê sîvîlin û 194 kes polisin. Di bûyeran de avahiyên hêzên asayîşê û gelek otobusên wan zerarê dîne. Wezîrê bergiriyê Carlos Trujillo Holmes, bi sedema binçavkirina parêzer Ordenez û di bin çav de tevgerên polîs yên li dijî qanûnan yên li hemberê parêzer, wezîr li ser navê polîsan lêborînê xwest û weha got:
“Polîsên netewî lêborîna xwe dixwaze. Me di derbarê wan polîsên ku parêzer binçav kirine û bûne sedema mirina wî lêpirsînê daye destpêkirin. Heya niha 7 polîs ji wezîfê hatine sitendin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin