Xwuşka xwe kuşt, diya xwe birîdar kir û paşî xwe kuşt

Dîroka Weşanê :
Xwuşka xwe kuşt, diya xwe birîdar kir û paşî xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Konyayê li navça Selçukê seet di 21.45an de, kesekî li malê, bi xwuşka xwe re munaqeşe kir, paşî bi demançê xwuşka xwe kuşt, paşî bi demançê li diya xwe xist û gule berî serê xwe da û xwe jî kuşt.

Li ser gilîkirina cîranan, tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê. Dîtin ku xwuşk û bira li malê jiyana xwe ji destdane û dayîk jî giran birîndare.

Bi ambûlansê diya ew kesî birin nexweşxana Fakulta Tibê ya Necmettin Erbakan.

Navên kesên di malbatê de, nehat aşkerakirin û sedema munaqeşa wan jî nehat zanîn.