Yavas, bersiva Ogan da: Te ji me daxwaza meqamê kiribû

Yavas, bersiva Ogan da: Te ji me daxwaza meqamê kiribû

PeyamaKurd- Li ser daxuyaniya Namzedê Tifaqa ATAyê Sînan Ogan ku di qenala dewletê ya TRTê de dabû û amaje kiribû ku wî ne ji Erdogan ne jî ji Kiliçdaroglu daxwazek nekiriye, ji aliyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş ve bersiv hat dayîn.

Sînan Ogan, rojek berê di weşana zindî ya TRT Haberê de hevdîtina ku bi namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu re kiribû, nirxandibû gotibû ku

“Min ne ji Erdogan ne jî ji Kiliçdaroglu daxwazek nekiriye. Hin tişt hatin axaftin û ji min re re hat gotin ku em dikarin hin tiştan bidin. Min prensîbek derxist pêş, me prensîbên xwe danî pêş. Kiliçdaroglu lê tiştekî ji bo qanihkirina ku dê di hilbijartinê de bi ser bikeve, dananî ber me."

Li ser vê daxuyaniya Sînan Ogan, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş ku yek ji namzedên alîkariya Serokomarê Tirkiyeyê yê Tifaqa Milet e, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re bersiva vê daxuyaniyê da.

Mansur Yavaş di peyama xwe de got,

“Sînan Beg! Daxwaza te ji Birêz Kiliçdaroglu çêbû. Hem jî bi vî awayî daxwaza te çêbû ku te gotibû ‘Ji bo ku ez dengêrên xwe qanih bikim, divê ji bo raya giştî bê eşkerekirin. Naxwe ez nikarim wan qanih bikim.’

Me daxwazeke te ya ji Tifaqa Cûmhûrê nebihîst. Ez mereq dikim, gelo tu yê dengdêrên xwe çawa qanih bikî?”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin