PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê bi sedema di çûn û hatina Tengava Hurmizê de tehdîdan dikin û mafê navdewletî îhlal dikin; yekîneyekî girêdayê artêşa Îranê û 2 rayedarên Îranê xist nav lîsta dorpêçê.
Bi vê biyarê re kes û dezgeyên ku YEyê di seranserê Îranê xistiye nav lîstê derket 53 kes û dezge ne. Kesên xistine nav lîstê heyiyên wan yên di nav sînorê YE de cemidandin û çûna wan ya welatên YEyê qedexe kirin.
Di biryara konseya Ewrûpa de, fermandariya eyaleta Hurmuzganê heye. Fermandarî kontrola derbasbûna Hurmizê dike û di derbasbûna keştiyan de pere distîne. Her weha fermandarî nasnama keştiyan dixwaze, barê hildigrin dipirse û ciyên ku dê herinê ji wan dipirse.
Di biryara konseya YE de, ji artêşa Îranê cîgirê fermandarê hêzên deryayê Muhammed Ekberzade û nûnerê yekîtiya îxracatvanên Îranê yê Petrol, Gaz û berhemên Petrokimya ku hem endamê oda bazirganî yê Îranê ye, Hamid Huseynî jî xistin nav lîsta givaşê.