YE | Dorpêçên nû li ser rejîma Esed hatin sepandin

YE | Dorpêçên nû li ser rejîma Esed hatin sepandin

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) dorpêçên nû li ser kompaniyên girêdana wan bi rejîma Sûriyê ya Beşar Esed ve hene sepand.

Li gor rayedarên Ewropî li ser 11 kompaniyên girêdana wan bi Esed re heye, dorpêç hatin ragihandin û ketin lîsteya dorpêçan.

Hat ragihandin bi sedema ku sûda wan a aborî digihe rejîma Beşar Esed û di karûbarên projeyên xaniyên luks de cî digirin, dorpêç li ser wan kompaniyan hatine sepandin.

Ji bo kesên ketine lîsteya dorpêçan, ji bo Ewropayê qedexeya geştê li ser wan hat danîn û mal û milkên wan ê li welatên Ewropî jî hat cemidandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin