PeyamaKurd - Rojanameya La Repubblica ya Îtalî ragihand ku Îtalya amadekariya vekirina balyazxoneya Şamê dike ku ji destpêka şerê Sûriyê ve hatibû girtin.
Li gor nûçeyê Wezîrê Derve yê Îtalyayê Enzo Moavero Milanesi li ser mijarê gotiye, "pêwîstî û dema vê pêngavê tê nirxandin’.
La Repubblica bi zarê çavkaniyên dîplomatîk ragihand ku ev çend hefte ne li ser vekirina balyozxaneya Şamê xebat têne kirin û dibe Îtalyay bibe yekem welatê Ewropî ku piştî şerê Sûriyê balyozxaneya xwe vedike.
Rayedarên Wezareta Derve ya Îtalyayê herwiha diyar kirine ku hîn gelek pêngavên sîyasî ji bo vekirina balyozxaneyê pêwîst in, lê ev kar jî di çarçoveya danûstandinên Yekîtiya Ewropayê (YE) te tê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin